biřyarî gulle

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  587 Dîtin
cêt ehêłim û bimnase
hengawêkim le hełnûtanî pêmewe řêgey çawim
edozmewe.
cêt ehêłim û bimbîne kiłpeyekim lenaw befra
espî gerdelûl zîn ekem
le cogey tîşke dîlekan exomewe.
cêt ehêłim û em care,
dirextêkim ebziwêm û legeł xoma,
řegî wişe le zemîne řûtekana da’ekutim.
cêt ehêłim û bizane,
gûlleyekim xwênî bênaw teqandûmî
gulle awiř nadatewe, cêt ehêłim!