hewłdanî şa’îr bo gwastinewey karekey le mergewer bo qeładzî

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  422 Dîtin
selamî min; le cem’î saknî me’mûrî me’mûre
le sayey îltîfatî êwe «mîrzaNasnava edebî» şad û mesrûre
le xidmet ḧakmêka xadmim, sayey huma waye
le sû’î tal’î minda le meydanî ’eta dûre
eger lutfî cenabî ḧakmim bê, dême xizmettan
weger na; ba bimênim lêre; bem eḧwałe meẍdûre
dełêm bełkû le xizmet mał mudîrî îstifadî kem
bîḧemdîlla be merdî ew, le ’alem faş û menşûre
be me’murêtîyî, te’îyn bibim mayey me’îşet bê
eger mumkin nebû, fermû xeyałit fasde dûre
egerçî bê newa «mîrzaNasnava edebî» le sû’î tal’î xoyda
umêdêkî nîye, lakîn.. be lutfî êwe meẍrûre