hewłdanî şa’îr bo gwastinewey karekey le mergewer bo qeładzî
From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
1 minutes
655 views
selamî min; le cem’î saknî me’mûrî me’mûre
le sayey îltîfatî êwe «mîrzaPen name» şad û mesrûre
le xidmet ḧakmêka xadmim, sayey huma waye
le sû’î tal’î minda le meydanî ’eta dûre
eger lutfî cenabî ḧakmim bê, dême xizmettan
weger na; ba bimênim lêre; bem eḧwałe meẍdûre
dełêm bełkû le xizmet mał mudîrî îstifadî kem
bîḧemdîlla be merdî ew, le ’alem faş û menşûre
be me’murêtîyî, te’îyn bibim mayey me’îşet bê
eger mumkin nebû, fermû xeyałit fasde dûre
egerçî bê newa «mîrzaPen name» le sû’î tal’î xoyda
umêdêkî nîye, lakîn.. be lutfî êwe meẍrûre