çołkirdinî qeładzê û lekarxistinî fermandaranî lelayen aẍayanewe

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 2 minutes  426 views
ewa dûbare çoł bû, xanewarî mułkî me’mûre
gelê namerd û bê wîjdan, be ḧałî ême mesrûre
be dû řûyî û syaset, ’eşretî xoy fîkiryan têkda
esef bo «eḧmed û mîne finîş» bûn ew keç û pûre
bełê: mîne gizîr me’mûrî řesim û ga û manga bû
bizin çwar aneyî destand, le řê însaf û dîn dûre
»bîḧemdîlla» xelasîm bû, le des kwêxa ḧimed û mîne
xetay aẍa selîm nagirim; kewa em qewme meẍdûre
leber bê meẍzî ew qewme; ewîş asîme sermawe
’îlacî bo nemabû, ẍeyrî wêran kirdin û bûre
umûrî mîllet û qewmê; le des îsmayle cûda bû
ke ew mel’ûne bê dîne, emir berbû, kepresûre
lemewla qonderey, ’ełmude û esbabî fentazî
leber kat û bipoşin «eḧmede» řeş çîte lapûre
kiłaş û kałeyî meşkałe xoş bê, îḧtyac nabê
leser îrsî pider cedyan nema ew dam û destûre
egerçî wa le ’alemda dełên: zułmêkî naḧeq bû
biłê: teqsîmî «ab û dab» waye, boye mecbûre
depirsin: meskenim kwêye, le çołî sabqa kewtûm
le des kwêxa beraz û mame pîrot «xałePen name» meqhûre