jêrkewtinî şořşekey «řesuł aẍa»y koye

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 2 Xulek  615 Dîtin
«bîḧemdîlla» le sayey «zabit»e me’mûre me’mûre
«qeza» yekser be feyzî ew; şeqawet xane xapûre
ḧukmiřanî «qeza» emřo cenabî seyd ’elî û «ew» bê
’eşayr cumle asayş le aşûb û beła dûre
le sayey sewqyat û zebtî eḧkamî ḧikumet hem
hemîşe me’mene û sakin, demadem şad û mesrûre
leber kewłî simorê wa le xizmet ḧakma şade
edeb êsta le xizmetya hemîşe mest û mestûre
le esnay ferzî meẍrîbda, îradey ḧakmî bo hat
le «çum xiřkeCih» be ẍarê hatewe; lew firsexe dûre
le sa’et heştî şew ward bû teşrîfî lelay ḧakim
gutî: «saḧîb» «biferma emir» û şeqyank e be qestore
řesuł aẍa ebê çî bê çi ehmîyet kuř û kałî
debê neybistibê min kêm «dede»m me’lûm û munşûre
le «beḧir» û «beř»ye bê bakim, deyanbem bo silêmanî
temaşay «lûle çermîn» ken, be can bêzarî meẍrûre
silêmanî meşeřef bû, be teşrîfî «dede»y ’alî
«ti’alî alilhErebî» ’eceb hêmet çi eḧkam û çi destûre
le begzadey hemû ’êłî muřadî da meger peyda
bibê wek «ew» swarêkî, weha bem new’e ẍeyyûre
gehê te’qîbî aẍawat û begzadey hemewende
gehî tesxîrî qel’ey «lêwjeCih» kird kone tendure
heta key to zuban bestim dekey ey ḧakmî ’adił?
xuda berdar nîye qewmê le des em ḧîze meqhûre
lemewla terkî her beḧis û beyanêkî dekem çunke
newek xełqî biłên: «mîrzaNasnava edebî» leberçî waye meẍrûre