le xwa pařanewe

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  716 Dîtin
heder deřwa; hemû ’umir û ḧewasim
le ẍeyrî to kesêkî tir binasim
«mi’az alilhErebî» nîye hemtay to kes
etoy xellaqî cumley ’am û xasim
emin ’ebdêkî mezłûm û zelîlim
«biḧimd alilhErebî» eto «waḧdErebî» denasim
zemanêke be derd û ẍem giriftar
bûm û hêştakû her mînnet şunasim
temenname; le qapî řeḧmetî to
deway derdim ’eta fermûy; kesasim
wekû kotir denałim; şew heta řoj
sikûnim bo nîye, sersam û kasim
le gułgeşt û çemenda, çî le guł kem
be řû zerd û beser bergî pełasim
le fikir û ḧałetî mergim peşêwim
be řeḧmî to nebê; nabê xelasim
kesêkim ’ebdî to û ommet be eḧmed
le esbabî selaḧit bê libasim