gileyî le «babekir aẍa»

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 2 Xulek  523 Dîtin
leber bê lutfî aẍaKesme kewa min amşo nakem
zemane wez’î gořîwe, syaset ’erzî to nakem
be cidî mudetêk min canfîdaym kird be řoḧ û mał
gutim: bo řojî xoy çake, zemanî cistuco nakem
be destûrî felaḧ û baẍebanan bezrî nîkîm çand
be umêdî xuda û to bûm, gutim: xom řenceřo nakem
be wełłahî heta demirim; le dinyada be yek řengî
ewî kirdûme ta êsta, ewî dîkem diro nakem
le sayey xwa û serî to řambiward çend eyyame
be derwêş û qena’et ferqî sedrî û nanî co nakem
legeł wez’î zemanem řabward, her çend ke bê sûde
ewey deyłêm: xetay bexte, qisey řabward û no nakem
wicûdî bê nimûdî min; çîye ger bê û nebî çî bê?
syaset lazme emřo, bese hîç giftugo nakem
ẍulamêkî fîdayî bûm, le řojî eweł û axir
dezanim sû’î tal’ime, le mewla şîr be do nakem
ḧiqûqî nî’metî tom her leber çawe û leser çawe
leber bê çaw û řûyî xome boye hatuço nakem
xeyałim waye řiḧlet kem le pijderCih ger nisîb řêda
weten yadim dekat û min ke yadî mergemu nakem
wefay xom qet be zay’ nadem û xom bê wefa nakem
egerçî heq nîye wabê, bełê zamim beso nakem
birincîTirkî şerit wefaye bo hemû ’alem le dinyada
leber ew ḧałe bê ḧałim, ke małî xom le to nakem
ewende min le dinyada le xidmet to fîdayî bûm
be xanûy taze ecirit damewe mesref be to nakem