řazî derûn

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  971 Dîtin
xeyałim bû le des pîrî demê meylî cwanî kem
bext neyhêşt ke tîflî dił, kemêkî mîhrebanî kem
be şew pejmurdeyî fîkir û ẍem û derd û xeyałatim
sibeynê pêm dełê çon bê? ’îlacî ’umrî fanî kem
legeł em bexte bedbextem weha dûçarî mîḧnet bûm
be hîç corê xeber nabê debê çon zîndiganî kem
le des ’eksî zemaney dûn, le dił nemdî emin satê
wekû kotir nenałênê; hetakey natewanî kem
felek çerxî keçit takey legeł min her leser qîne?
debê takey eto çawit le erz û min asmanî kem
cenabî ḧeq te’ala firsetî «mîrzaNasnava edebî» bida emcar
bîḧemdîla be merdî min le «mutin» pasewanîkem
le xizmet astanî ḧezretî kak eḧmedî merḧûm
le sayey «ew» minîş bełkû; be řeḧmet canfişanî kem