be yadî kak eḧmedî şêxewe

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  538 Dîtin
bifermû çawekem, em cejne bo to qoçî qurbanim
hemû dem wek ẍułam û zeřxirîde û bende fermanim
le daxî fîrqet û dûrî, le sed cê pareye cergim
be hîç new’ê dewam nabê, meger xot bî be luqmanim
le xoşî we’dey dîdar û wesłî, tîẍî gerdinme
hemû řojim lela cejne ke meḧsûbî ẍułamanim
desa fermû beser weqtim, heta cuz’ê řemeq mawe
ne wek hengameye, bênê, ecel etka be mîwanim
le pênawit denêm, sed řoḧî şîrînim be teşrîfit
beşaretme, eger yekdem, le şadî derbiçê gyanim
segêkim astan bosî, cenabî ḧezretî şêxim
meger her ew be lutfî xoy, temenna ka gunahanim
serim hênaye, tabî to, cenabî zatî kak eḧmed
temennay zeřeye řeḧmim; bifermûn bom le řeḧmanim
xudawenda, be ḧeqî zatî «xot» û «ew» ḧebîbanet
qubuł key arezûy «mîrzaNasnava edebî» eger řû zerdî dîwanim