hanay şa’îr bo cemîl aẍay qa’îmqamî «koye»

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  492 Dîtin
be umêdî nesîmêkim, seba bênê le kwê yarim
dełêm bełkû le dił derçê meraqî par û pêrarim
be new’êkî weha derd û elem serbarî xatirme
le gerdawî ẍema ẍerqim le ’umir û mał, bêzarim
’îlacim nakirê bîlla be sed ’îlmî filatûnî
be ẍeyrez lotfî mewla nîm nîgahî çawî diłdarim
le teqsîr û syeh řûyîm, le řûm nayê temenna kem
qubûłim ken be meḧsûbî seganî koyî serdarim
esef naxom, le des cewrî zemane û mîḧnetî dewran
ezel teqsîmî wa kirduwe, be daym dił birîndarim
xoşe ger dił birîndar bê, be derdî ’eşq dûçar bê
ser û małî fîday yar bê, meger ḧeq xoy bika çarim
diłî «mîrzaNasnava edebî»yî bê çare, zemanêke birîndare
be teqeyrey giriftare, be umêd řeḧmî settarim