xaw û bêxawî dû zułfî xawim ez

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  4755 Dîtin
xaw û bêxawî dû zułfî xawim ez
çawe çawî yek ẍezale çawim ez
ger nîye awir le sînemda be taw
boç leber qułquł ẍerîqî awim ez?!
narî sînem ger nebê, ẍerqim emin
awî çawim ger nebê, sûtawim ez
ẍeyrî zułfî to ke řiştey ’umirme
des le «mafîhaErebî»y zeman biřyawim ez
taze ebrot wisme kêşawe be naz
dił letî şimşêrî tazesawim ez
ey řefîqan! suḧbetî nalîNasnava edebî meken
boç? ke min lewřa wekû bednawim ez