hey kerêkim bû, çi peyker? teykerî hewraz û lêj

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 2 Xulek  7109 Dîtin
hey kerêkim bû, çi peyker? teykerî hewraz û lêj
sîne pan û, mûçe kurt û, şane berz û, gwê dirêj
bin zik û cebhet sipî, kilk êstir û damen sya
yekke taz û, sê biřu, dû bad û, şeş dang û dirêj
kelle wek ceřřey şerabî pir nîşat û teř demaẍ
şêrî neř, ahûyî beř, gurgî sefer, qemçî neçêj
mil ’elem, şîrîn qelem, ahû şikem, meymûn qedem
sim xiř û kilk êstir û, menzil biř û, ’areq neřîj
zerq û zeřřaqî wekû xaksiter, emma bêẍubar
berq û beřřaqî wekû pîroze, lakîn bê kiřêj
sim wekû yeşim û le peşim û tûkî pêda seringûn
çaw wekû bîcade ya dû şew çiraẍî şu’le řêj
gwê dirêjê bar û kurtan berz û, pałanî bezên
çust û wiryatir le gwê kurtanî pałanî û gêj
qanî’î babî řeza û řazî be pûş û diřk û dał
salîkî sebir û teḧemmul, burdebar û hîç newêj
’aqłê bû nawî ker bû, qatî’î řêgey sefer
xoş silûktir bû le sed wêłdaşî herze û gêj û wêj
sa’im aldihirErebîy beřoj, emma beřojûy bênîyet
qa’im allîlErebîy silûk, emma silûkî bênwêj!...
çende pêm xoş bû, zubanî ḧałî deyut nalyaNasnava edebî
herdû ḧeywanîn, eto gwê kurt û emnîş gwê dirêj