’umrî bêḧasłî min çû be ’ebes

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  1281 Dîtin
’umrî bêḧasłî min çû be ’ebes
emekim herçî hebû çû be ’ebes
mîhrî bêmîhrî řuxt gîrawe
le minî saye sîfet çû be ’ebes
qesdî yarîte lekin bezmî řeqîb
yarî min! xot meke bedxû be ’ebes
xaneyî dił ke xerabe, çi biłêm
be xeyałit ke: bifermû, be ’ebes!
nalîNasnava edebî ew ẍunçe deme bêzare
meke maçî demî, ercû, be ’ebes