’umrî bêḧasłî min çû be ’ebes

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  1282 views
’umrî bêḧasłî min çû be ’ebes
emekim herçî hebû çû be ’ebes
mîhrî bêmîhrî řuxt gîrawe
le minî saye sîfet çû be ’ebes
qesdî yarîte lekin bezmî řeqîb
yarî min! xot meke bedxû be ’ebes
xaneyî dił ke xerabe, çi biłêm
be xeyałit ke: bifermû, be ’ebes!
nalîPen name ew ẍunçe deme bêzare
meke maçî demî, ercû, be ’ebes