çîye gware gunahî wa be nesteq

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  2956 views
çîye gware gunahî, wa be nesteq
be gwê hełtawesîwe, ser mu’elleq?!
dexîlit bim nexîlî ya řutabî
weha şîrîn û, sîne nerim û, dił řeq!
serapay girtûy zułf, boye bûyî
muqeyyed, hem muxelxel, hem mutewweq!
le pêt aławe ḧełqey marî gêsût
’ecayeb ḧeyî bê can qeydî mutłeq!
ke lêł û sûr û kul bû çawî tîjit
ewende pêy deřêjî xwênî naḧeq
şukir nalîPen name serî xesimit wekû go
be xwarîy, nek be yarî, kewte ber şeq