îltîqay poła û asin her nîza’e û gîr û dar

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  3567 Dîtin
îltîqay poła û asin her nîza’e û gîr û dar
cem’î ma’ û nar û, zend û zende û, merx û ’efar
em leser te’zîm û gewre girtinî ew bê qusûr
ew leser teḧqîr û texfîf û şiksitî zarî mar
em biçê, ew dadenîşê dem wekû guł xenderan
em debê hestê ke ew bê, çaw yek û qetre hezar
em be çaw duřiř û be ser le’lî hedîye bo deba
ew be tif deyka be mîzabî şiksitey abşar
nezmî nalîNasnava edebî mîslî aw û awêne řengî nîye
dû řuwe bo seyrî xatir: yek xefî û yek aşkar