ey serwî bułend qedid û biro taq û memk cût

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  2358 Dîtin
ey serwî bułend qedid û, biro taq û, memk cût!
kê destî degate bey û narî negeyştût?!
dem hemdemî ẍunçêke nepşikûtuwe hêşta
ba keşfî nekird bergî ’etirpoşî gułî řût
giryanî min û xendeyî to êste deşubhê
bew mewsîmî barane ke wa xunçe depşikût
xiłxałî qedim, wek xemî zulfeynî serapat,
piştanî qedit bêt û fîday baznî bazût
xałî nîye nalîNasnava edebî diłeket satê le hîcran
ta tarî wicûdit nepsênê melekulmût