ey serwî bułend qedid û biro taq û memk cût

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  2359 views
ey serwî bułend qedid û, biro taq û, memk cût!
kê destî degate bey û narî negeyştût?!
dem hemdemî ẍunçêke nepşikûtuwe hêşta
ba keşfî nekird bergî ’etirpoşî gułî řût
giryanî min û xendeyî to êste deşubhê
bew mewsîmî barane ke wa xunçe depşikût
xiłxałî qedim, wek xemî zulfeynî serapat,
piştanî qedit bêt û fîday baznî bazût
xałî nîye nalîPen name diłeket satê le hîcran
ta tarî wicûdit nepsênê melekulmût