’îşqit ke mecazî bê xwahîş meke îlla kiç

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 2 Xulek  6029 Dîtin
’îşqit, ke mecazî bê, xwahîş meke îlla kiç
şîrîn kiç û, leyla kiç û, selma kiç û, ’ezra kiç
ferqî kuř û kiç řoşin, wek ferqî meh û mîhre
em ferqî şew řoje wek ferqe le kuř ta kiç
meh meh le mehî sade: ye’nî le qemer lade
hem şems û sureyya kiç, hem zuhreyî zehra kiç
bê bêne gułî jałe, hem bê bere, hem tałe
qed seru û sinewber kiç, çaw nêrgisî şehla kiç
kuř wek gułî gułzare, emma semerî xare
wek hengî çizûdare, hengiwînî museffa kiç
kiç perçemî çîn çîne, dû memkî leser sîne
wek şaneyî hengiwîne bo lezzetî dinya kiç
cezlî semer û saye bo sewletî e’da kuř
nexlî semer û maye bo dewłetî dinya kiç
kuř zîbî debustane, kiç şem’î şebustane
bo bezmî temaşa kuř, bo xełwetî tenha kiç
mû sunbulî aşufte, duřdaneyî nasufte
dem ẍunçeyî neşgufte têfkire kuře ya kiç!
kuř ayneyî ḧusnî, ta wek kiçe, menzûre
girtî ke ẍubarî mû çînî kuř û mîna kiç
kuř taze û teř, madam sade wekû xuşkî bê
emma ke řwa sebze, dîba kuř û, zîba kiç
bo şerbetî şîrînî fincane leser sînî
mem tuḧfeyî tuffaḧî, şem ’enberî boya kiç
hem gułbenî bêxarî, hem mezre’î ezharî
hem mexzenî esrarî îsbatî mezaya kiç
cennet piřî wîldane, xadîm hemû ẍîlmane
xanim ke têda ḧorîn yekser hemû ḧesna kiç
ger eşref û meḧbûbe yûsif kuřî ye’qûbe
kiç bû be xiřîdarî ye’nî ke zuleyxa kiç
sîddîq û ’ezîz herwek yûsif ke nebî bû kuř
sîddîqeyî me’sûme wek dakî mesîḧa kiç
babêkî heye dunya bo ’eşqî mecazî, bes
nalîNasnava edebî çîye ew babe: adem kuř û ḧewwa kiç