zulfeynî be xem mar û be ḧełqen wekû ’eqreb

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  4375 Dîtin
zulfeynî be xem mar û be ḧełqen wekû ’eqreb
şî’rî lef û neşirin, çi muşewweş, çi muretteb
cêy dem deme, cêy leb lebe, saqî were emşeb
hem maçî demadem bide, hem camî lebaleb
bew şehdî kelamet ke be îşrabî letafet
lezzet degeyênî be dił û zîhnî muxateb
’aciz mebe hergîz le diro û îfkî ḧesûdan
dunyaye, debê seg buweřê, şî’e bika sebّ
wek sofîy safî mebe alûde be dunya
bêhûde mukedder meke serçaweyî meşreb
’aşiq hewesî meykede û ’îlmî besîte
’aqił telebî medrese û cehlî murekkeb
qařûne felek, musteḧeqî girtin û xesfe
zîw û zeřî şems û qemere, dîrhemî kewkeb
qellabî cîhan neqdî ’eyarî nîye qurban!
nalîNasnava edebî meḧekî hîmmetî kirdûye muceřřeb