çaweket agir le sîney ’aşiqî miskîn deka

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  6676 Dîtin
çaweket agir le sîney ’aşiqî miskîn deka
meste, meylî çen kebabêkî diłî xwênîn deka
talîbî lêwîn û ełqey zułfiman nîşan deda
řařewî mîsrîn û ew, řûman le mułkî çîn deka
ta mu’eyyen bê ke zorin desgirî û deskujî
ferqî ser, pencey be xwênawî ḧena řengîn deka
bêqsey ẍunçey demit katî tebessum řûbeřû
hetkî şu’ley berq û nezmî da’îrey perwîn deka
tîrî mujganit le sînemda deçê bo pîrî dił
hênde keç ayîne qesdî xanedanî dîn deka
guł be dem badî sebawe pêkenî ye’nî were
to le wesiłim bo bere, ew boye bulbul şîn deka
çawî min beḧrî muḧîtî toye bo def’î gezend
lêt mu’eyyen bê ke nalîNasnava edebî guł be dił perjîn deka