em serserî bazane ke wa hemserî bûmin

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  1222 Dîtin
em serserî bazane ke wa hemserî bûmin
muşkîl, bigene sa’îdî şahêkî wekû min
ta neş’e neçêjin le lebî kewserî saqî,
bêçare çuzanin ke hemû mestî zeqûmin?!
řûnakîy řû şewqe le nêw zułmetî mûda
wechî emete dił hemû perwaneyî mûmin
zułfim be neseb sîlsîleyî řîf’et û şane
min deyxeme ber pê ke ḧebeş zadeyî řûmin
min serwî řewanî çemenî ’alemî bałam
nalîNasnava edebî be tufeylî buwete saye le dû min