em serserî bazane ke wa hemserî bûmin

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  1221 views
em serserî bazane ke wa hemserî bûmin
muşkîl, bigene sa’îdî şahêkî wekû min
ta neş’e neçêjin le lebî kewserî saqî,
bêçare çuzanin ke hemû mestî zeqûmin?!
řûnakîy řû şewqe le nêw zułmetî mûda
wechî emete dił hemû perwaneyî mûmin
zułfim be neseb sîlsîleyî řîf’et û şane
min deyxeme ber pê ke ḧebeş zadeyî řûmin
min serwî řewanî çemenî ’alemî bałam
nalîPen name be tufeylî buwete saye le dû min