lebit mîm û, qedit elf û zułf çîm

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  7014 Dîtin
lebit mîm û, qedit elf û, zułf çîm
dezanî bem syane talîbî çîm!
wefay ’ehde le min řoḧ û, le to maç
çîye çarey emanet ẍeyrî teslîm
ke hatî têẍî bêzarît le ser dam
serî xom xud be xud hełgirt û řoyîm