bêgane hemû saḧîbî cah û ceberûtin

şêx ’elî tałebanî
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  1824 Dîtin
bêgane hemû saḧîbî cah û ceberûtin
bêçare biray şêx ’elîNava taybet muflîs û řûtin
ey şêx ’elîNava taybet çake wisûqit be bira bê
baweř meke bem xełqe ke wek tûle le dûtin
qewmê ke le ’ehdî piderit ḧelqe be goş bûn
teḧqîqî bizane be xuda cumle ’edûtin
řeḧmyan nîye derbareyî to xizim û eqarîb
muşfîqtire bêgane lemane ke ’emûtin
nadan û quřimsax û nezanin ke emane
gahê le sema, gah le seyrî melekûtin
em tekyenşînane çi derwêş û çi sofî
herçende be dił muşteẍîlî zîkir û qunûtin
wek ḧacîy mabeynî sefa û merwe be te’cîl
bo luqme emanîş be mesel yûns û ḧûtin
cum’ane biřawe be xuda muflîse lam’Nasnava edebî
ne pûlî ḧemamî heye ne pareyî tûtin