sa’îl be ẍîna na’îl eka bexşişî kemtan

alî bebe
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  1212 Dîtin
sa’îl be ẍîna, na’îl eka, bexşişî kemtan
alî bebe ya xwa neřzê destî keremtan
herçend be mesel xencerî ełmase zibanim
nabřê qed serî mûyê le eday şukirî nî’emtan
gîrfanî geday kirduwete kanî cewahîr
îksîrî nîsarî zeře şabaşî diremtan
êwen be ḧeqîqet melîkî mîlletî kurdan
şayane zyaret bikirê xakî qedemtan
înkarî ḧiqûqyan leser em mîllete nakirê
aba’î fereydûn, feř û cemşîd, ḧeşemtan