bêgane hemû saḧîbî cah û ceberûtin

şêx ’elî tałebanî
From the Book:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
By:
Sheikh Riza Talabani (1831-1910)
 1 minutes  1823 views
bêgane hemû saḧîbî cah û ceberûtin
bêçare biray şêx ’elîNamed-Entity muflîs û řûtin
ey şêx ’elîNamed-Entity çake wisûqit be bira bê
baweř meke bem xełqe ke wek tûle le dûtin
qewmê ke le ’ehdî piderit ḧelqe be goş bûn
teḧqîqî bizane be xuda cumle ’edûtin
řeḧmyan nîye derbareyî to xizim û eqarîb
muşfîqtire bêgane lemane ke ’emûtin
nadan û quřimsax û nezanin ke emane
gahê le sema, gah le seyrî melekûtin
em tekyenşînane çi derwêş û çi sofî
herçende be dił muşteẍîlî zîkir û qunûtin
wek ḧacîy mabeynî sefa û merwe be te’cîl
bo luqme emanîş be mesel yûns û ḧûtin
cum’ane biřawe be xuda muflîse lam’Pen name
ne pûlî ḧemamî heye ne pareyî tûtin