bergî dinya hênde kurt û kone û bazařîye

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  2028 Dîtin
bergî dinya hênde kurt û kone û bazařîye
çunke nagate gunî dêwanekey, lêy ’arye
min le bêbergî mexeNava taybetm pirsî, ke boç řûtî? witî:
«řebbî min şêt bim, eger şad bim be bergî ’arye!»
xel’etî teşrîfî herkes bê çîye, ẍeyrî kefen!
her ewe hem faxîre û bo axîre û yekcarîye
kuncî řaḧet, tacî ’îzzet xarîcî me’mûreye
kundebû her bange bang û, hudhudîş hawarye
post be kołî ’amîrîNava taybet fermûy ke wa bo puxte bûn
cewtî serkêwan gelê çatir le «tałî şarî»ye
quş quşî řawî nebê, murẍî kulane û axuře
seg segî tazî nebê, kadînî û enbarîye
ferqî kosaran le pasaran defermûy wek çîye?
wek ’ezîzî baz û wek bêḧurmetî pasarîye
sehim heta cu’be nişîn bê, gone zerdî xełwete
qews heta çille guzîn bê, her esîrî xwarîye
nusḧî nalîNasnava edebî řenge herkes bîbyê, bîkate gwê
çunke nezmî saf û wirde, herwekû mirwarîye