bergî dinya hênde kurt û kone û bazařîye

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  2030 views
bergî dinya hênde kurt û kone û bazařîye
çunke nagate gunî dêwanekey, lêy ’arye
min le bêbergî mexeNamed-Entitym pirsî, ke boç řûtî? witî:
«řebbî min şêt bim, eger şad bim be bergî ’arye!»
xel’etî teşrîfî herkes bê çîye, ẍeyrî kefen!
her ewe hem faxîre û bo axîre û yekcarîye
kuncî řaḧet, tacî ’îzzet xarîcî me’mûreye
kundebû her bange bang û, hudhudîş hawarye
post be kołî ’amîrîNamed-Entity fermûy ke wa bo puxte bûn
cewtî serkêwan gelê çatir le «tałî şarî»ye
quş quşî řawî nebê, murẍî kulane û axuře
seg segî tazî nebê, kadînî û enbarîye
ferqî kosaran le pasaran defermûy wek çîye?
wek ’ezîzî baz û wek bêḧurmetî pasarîye
sehim heta cu’be nişîn bê, gone zerdî xełwete
qews heta çille guzîn bê, her esîrî xwarîye
nusḧî nalîPen name řenge herkes bîbyê, bîkate gwê
çunke nezmî saf û wirde, herwekû mirwarîye