ta le min ew zułfe řêy bose û kenarî girtuwe

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 2 Xulek  5317 Dîtin
ta le min ew zułfe řêy bose û kenarî girtuwe
nawdemim bê şubhe tamî zehrî marî girtuwe
xoş leser sîney serî hełdawe dû goy ser be mor
mat û ḧeyranim ke ’er’er key henarî girtuwe!
ejdehay zułfî le dewrî gencî ḧusnî ḧarîse
ḧełqe ḧełqe, çîn be çîn, serta be xwarî girtuwe
mahî min tenha mehêke sed nucûmî meḧu kird
yarî min tenha gułêke sed hezarî girtuwe
damenî pakî medarî da’îrey xamek nye
xwênî meqtûlane wa damênî yarî girtuwe
gerd û badî hîcrî to wa ’alemî lê kirdime toz
nek dû çawim, bełke ḧetta dił ẍubarî girtuwe
şerbetî ’unnabî lêwî şekker û badamî çaw,
serwî qeddit řaste enwa’î sîmarî girtuwe
le’lî şekkerbarî to têrawe, şekker barye
lêwî mîḧnetbarî min bê’awe, barî girtuwe
piřcefaye, bêwefaye, zûd cenge, dêr sułḧ
sed dirêẍ û ḧeyfe teb’î řozgarî girtuwe
yadî kanî dimdimNava taybet û serçawekey mêguřNava taybet deka
bekirecoNava taybety çawim ke şêwey serçinarNava taybety girtuwe
bêmeḧaba aw deřêjê geh be fewr û geh be dewr
çawî min muddêke şêwey abşarî girtuwe
şem’î bezmî min ke wa sûtawe, zerd û eşk řêj
qet nîye ferdêk nełê řengî mezarî girtuwe
mudde’î zecirim dekat û, pêm dełê: sebirit bibê
ker be le’net bê ke key ’aşiq qerarî girtuwe!
nalîNasnava edebî wa da’îm ke meşẍûłî fuẍan û nałeye
ba’îsî hîcranî yare dił şerarî girtuwe