ey xesteyî çawit hemû ahûyî tetarî
Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
1 Xulek
1474 Dîtin
ey xesteyî çawit hemû ahûyî tetarî!
wey besteyî zułifit hemû şêranî şikarî!
xendet buwete ba’îsî giryanî demadem
berqe sebebî barşî baranî beharî
sehmî nîgehit xistimî, hestamewe řakem
egrîce û zułifit be cefa hatne yarî
way fermû ke maçit nedemê řûřeşî to bim
em sałe becêdê eserî we’deyî parî
meẍşûşî zeře, ’aczî zîw, derhemî dîrhem
boç têkçuwe sofî kereboz bo ẍemî barî?!
her yarê ke małan geř û bêganeye nalîNasnava edebî
kendûme didanî teme’î bos û kenarî