binwaře wişke sofî û řeqsî be helhele

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  1461 Dîtin
binwaře wişke sofî û řeqsî be helhele
dîsan le beḧrî wişkî hewa kewte pêmele
em erze mezre’ey ’emele û gułxenî emel
hendî buwe be mescîd û, hendî be mezbele
şêxim, çi germe ḧełqeyî zîkirit be řeşbełek!
ḧałî emane xo be cenabit muḧewwele!
da’îm ledûte mêgelî jin, nêrgelî pyaw
bem řîşewe lepêşewe bûyî be ser gele!
dinya meḧellî kewn û fesadêke, ḧîz û dûn
me’lûme çen beḧîleye, ’eyyare, çend dełe!
to şêx û ew ’ecûze, ’eceb dostî yektirin!
bê şahîd û nîkaḧe dyare mu’amele...
nalîNasnava edebî! serit le gunbedekey xaneqa deka
layê piře le meş’ele, layê piře le meşẍele...