nefes bigre le hatuçûyî xořayî heta mawî
Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
3 Xulek
8813 Dîtin
nefes bigre le hatuçûyî xořayî heta mawî
ke em baye heta êsta ke her ’umrî be ba dawî
ḧeyatit neqdî teḧsîlî beqa û řîbḧî řîzwane
eto deykey be mayey dexił û xerc û kesbî bednawî
’eceb mawim le cergit, ey diłey ẍafił, ke muddêke
leser em agirem danawî, hêşta her nebirjawî
mesel dinya jin û, çerxîş xeřek, dem dem be dûxî ẍem
řegî tarî wicûdit ba deda, hêştaku her xawî
zemane çerx û, çerxî asmanîşî, felek fîlke
serî řiştey wicûdî çende badawî û her mawî
meger meyxaneye dinya ke wa kasî leber ke’sî!
be neẍmey ’ûdî sûtawî, be neş’ey tasî tasawî!
emêsteyş, gerçî ’eyş û ’uşretit her tał û taławe
be mergî to, le paşanîş dexoy taławî taławî
heway seyrî beř û beḧir agirî berdawete ’umirit
ke tozê mun’eqîd xakî, diłopê muncemîd awî!
ke xakî, xakî damen be, weger ne, tozî berbadî
ke awî, awî gewher be, weger ne, biłqî ser’awî
heta şeqqey felek nebuwe be kafûrî kifin, heste
ke emşew firsete, hêşta felek mawî, etoş mawî
newałey tobe derbêne, heta ten nebuwete sifre
pyałey şîşe bişkêne, heta wek kûpe neşkawî
be mî’racî sulûkî salîkanda ta neçî řojê,
lenaw cehlî murekkebda demênî her wekû mawî
geda însan û dinya ẍurbete mînْ ḧeysu la teşْ’urْErebî
be hîmmet talîbî çiştêkî nazanî biłêy nawî
şitêke bî şebîh û cîns û fesił û keşif û teqrîre
mubeřřaye le teqrîr û ḧedîsî ḧadîs û řawî
nezanînit leber ’îcze, newek cehle, ke em çişte
qedîme nayete teqrîrî qewlî ḧakî û řawî
le qur’anda be ma ewxْfî lehumْErebî mektûm û mextûme
beyan nabê be tefsîrî dused (keşşaf) û (beyzawî)
mubeyyen bû le qur’anda be nûrî qureّةû الئەەعْyinْErebî
ne wazîḧ bû be (keşşaf) û, ne řoşin bû be (beyzawî)
ke cêget bo ’îbadet bê, çi fewqanî, çi teḧtanî
ke ḧubbit bo syadet bê, çi berzincîNava taybet, çi barawîNava taybet
meke de’wayî pakîy neseb bo cîfeyî dunya
ke seyîd bî, çi berzincîNava taybet, çi pîryayîNava taybet, çi barawîNava taybet
were em nîkteye min pêt biłêm nalîNasnava edebî eger ferzin
hemû dinyat bibê, hêştaku her ḧeyran û damawî