yar diłî xwênîn û çawî piř le giryanî dewê
Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
1 Xulek
6903 Dîtin
yar diłî xwênîn û çawî piř le giryanî dewê
arê arê guł le baẍan awî baranî dewê
herkesê řûy to debînê, xoy be qurbanit deka
çunke ebroy to hîlalî ’îde, qurbanî dewê
aw le çawanim be xuř dê, agirî dił nakujêtewe
wek cehennem em tenûre awî tofanî dewê
’eşq sułtanêke her ga řû le wêranê bikat
ahî serd û, eşkî germ û, qelbî buryanî dewê
dûr le to dił hênde bê’aram û bêḧał kewtuwe
ey mesîḧay ’esir! lew lêwane dermanî dewê
řûm ewa zerd bû wekû payîz le hîcran nalyaNasnava edebî
’eşq êstakeş le min seylî beharanî dewê!