bê cwê bûneweyê zexim û birîn û eserê

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  911 Dîtin
bê cwê bûneweyê, zexim û birîn û eserê,
tîrî û mujganî dirêjit le ciger têdepeřê...
sofîy xełwe nişîn bo nezerêkî gułî řût
řenge wek nergisî teř çawî sipî bêt û derê
zułfî dû tayî tirazû meselî diłkêşt,
řoḧ dekêşin be dû ser, em be serê, ew be serê!
min le îḧramî edebdam û, etoş seydî ḧerem
mudde’î, herwekû seg, bo çî be ême deweřê?!
yadî çawî be futûrit le derûnda mereze
ẍemî zułfî be xemit bû le diłimda be girê
wekû perwane be şew hênde be muştaqî dêm,
be çiray kułimtewe, řenge ’eses lêm bigeřê
le cigergoşeyî şî’irim mede me’nayî xirap
bêxeta kes nîye řazî ke le ewladî dirê...
řastî cewherîye tîẍî zubanî nalîNasnava edebî
nerim û tund, awî gelûgîre, qisey pê debřê...