lew wextewe bîstûme dîtin beqeder çawe

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  1079 Dîtin
lew wextewe bîstûme dîtin beqeder çawe,
her mûm le beden yekser, wek ’eynî fener, çawe
fermûy ke hemû dem bê giryan û, şewîş nenwê
em bendeye me’mûre, em emre leser çawe
cêgayê nezerga bê, şeş canîbî derya bê,
ey merdumî seyranî, lem xîtteye her çawe
çawîşî le nalîNasnava edebî kird, dîn û dił û canî bird
ger zułfe eger naze, ger xendeye, ger çawe