lew wextewe bîstûme dîtin beqeder çawe

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  1080 views
lew wextewe bîstûme dîtin beqeder çawe,
her mûm le beden yekser, wek ’eynî fener, çawe
fermûy ke hemû dem bê giryan û, şewîş nenwê
em bendeye me’mûre, em emre leser çawe
cêgayê nezerga bê, şeş canîbî derya bê,
ey merdumî seyranî, lem xîtteye her çawe
çawîşî le nalîPen name kird, dîn û dił û canî bird
ger zułfe eger naze, ger xendeye, ger çawe