bê cwê bûneweyê zexim û birîn û eserê
From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
1 minutes
1432 views
bê cwê bûneweyê, zexim û birîn û eserê,
tîrî mujganî dirêjit le ciger têdepeřê
sofîy xełwenşîn bo nezerêkî gułî řût
řenge wek nergisî teř çawî sipî bêt û derê
zułfî dû tayî tirazû meselî diłkêşt,
řoḧ dekêşin be dû ser, em be serê, ew be serê!
min le îḧramî edebdam û, etoş seydî ḧerem
mudde’î, herwekû seg, bo çî be ême deweřê?!
yadî çawî be futûrit le derûnda mereze
ẍemî zułfî be xemit bû le diłimda be girê
wekû perwane be şew hênde be muştaqî dêm,
be çiray kułimtewe, řenge ’eses lêm bigeřê
le cigergoşeyî şî’irim mede me’nayî xirap
bêxeta kes nîye řazî ke le ewladî dirê
řastî cewherîye tîẍî zubanî nalîPen name
nerim û tund, awî gelûgîre, qisey pê debřê