şahênî dû çawit ke nîga û meylî be dange

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  1321 Dîtin
şahênî dû çawit ke nîga û meylî be dange
kêşanî be qullabî dilawêzî bijange
sofî û ser û mêzer, min û zułf û ser û desmał
min kuşteyî lacangim û, ew kuşteyî cange
fermûte ke bangim ke, şewê, dême kenarit
qurban! were şew řoyî, ewa we’deyî bange
binwêne biro, ye’nî hîlalî serî mahit
çun we’deyî maçî serî kułimit serî mange
nalîNasnava edebî meke, tûřa bu, leber cebheyî girijit
nayête elat, ’îczî leber dûkełî qange