şahênî dû çawit ke nîga û meylî be dange

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  1322 views
şahênî dû çawit ke nîga û meylî be dange
kêşanî be qullabî dilawêzî bijange
sofî û ser û mêzer, min û zułf û ser û desmał
min kuşteyî lacangim û, ew kuşteyî cange
fermûte ke bangim ke, şewê, dême kenarit
qurban! were şew řoyî, ewa we’deyî bange
binwêne biro, ye’nî hîlalî serî mahit
çun we’deyî maçî serî kułimit serî mange
nalîPen name meke, tûřa bu, leber cebheyî girijit
nayête elat, ’îczî leber dûkełî qange