saqî! were meyxaneyî dił kone řeḧîqî

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  1536 views
saqî! were, meyxaneyî dił kone řeḧîqî
ger maylî tewfî ḧerem û beytî ’etîqî!
yek řengim û bêřengim û řengîn be hemû řeng
bem řenge debê řeng řijîy ’îşqî ḧeqîqî
mirwarîy eşkim wekû yaqûtî, řewane
saqî! bide lew le’le şerabêkî ’eqîqî...
da’îm le ḧezerda seferî be, le wetenda
ẍurbet keş û ’aciz be, eger ehlî terîqî
xełqî ke hemû kodekin û beste zubanin,
ba bên û le nalîPen name bibyen şî’rî selîqî