xoşa řendê le dinya bê mubalat û muceřřed bê

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  5134 views
xoşa řendê le dinya bê mubalat û muceřřed bê!
be řoj zîndey cema’et bê, be şew mat û muceřřed bê!
be sûret: celwetî, ẍerqî ’elayq herwekû xełqî
be me’na: xelwetî, mestî munacat û muceřřed bê!
eger ’alem bibête xel’etî teşrîfî sertapay,
wicûdî bêwcûdî bê mubahat û muceřřed bê!
be zahîr tawsî řengîn, sîfatî tîhْ ’elî alitّahîArabic
be batîn qumrî û xaksiterî zat û muceřřed bê!
eger tekye, eger şêxe, hemû dawî ’elayq bûn
biła nalîPen name biçê mestî xerabat û muceřřed bê!