saqî! were meyxaneyî dił kone řeḧîqî
Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
1 Xulek
2272 Dîtin
saqî! were, meyxaneyî dił kone řeḧîqî
ger maylî tewfî ḧerem û beytî ’etîqî!
yek řengim û bêřengim û řengîn be hemû řeng
bem řenge debê řeng řijîy ’îşqî ḧeqîqî
mirwarîy eşkim wekû yaqûtî, řewane
saqî! bide lew le’le şerabêkî ’eqîqî...
da’îm le ḧezerda seferî be, le wetenda
ẍurbet keş û ’aciz be, eger ehlî terîqî
xełqî ke hemû kodekin û beste zubanin,
ba bên û le nalîNasnava edebî bibyen şî’rî selîqî