serapay gware zerdî tirs û lerze

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  2110 Dîtin
serapay gware zerdî tirs û lerze
dełêy ’asî buwe lew cêge berze!
suruşkim ab û daney nare, kê dî:
be germî dawerê bem terze terze?!
ela ey askî nask, be bask
şikandit gerdinî sed şêrî şerze!
ela ey nazenîn ahû, be bahû
diłî seyyadî xot hênaye lerze!
defermûy: çaweket zencîr ke nalîNasnava edebî!
ke mutłeq ça nîye însanî herze