her ke dî cennet be řûda zulfî piřtabî şika

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  1369 Dîtin
her ke dî cennet be řûda zulfî piřtabî şika
tarî sunbul, ḧurmetî guł, bergî sîrabî şika
mahî şew’aram be xende hat nîqabî kirdewe
asman nezmî sureyya, şewqî mehtabî şika
karga xakî be ser, westa be řû û sîne û birot!
nirxî qaqum, qedrî xez, bazařî sincabî şika
dewrî tûrNava taybety kułmî da fîr’ewnî xet çarey nehat
ey dirêẍa! sed keřet mûsaNava taybet be bê tabî şika
taqî peywestî birot wa bû be qîbley xas û ’am
ke’beNava taybet ger bo xoy bizanê piştî mîḧrabî şika
kes nîye lew nukte ḧałîm ka wefayîNasnava edebî! diłberim
xoy demî hêna, emin gestim, diłî babî şika!