gułêkim bû le dunyada şikofey baẍî ře’nayî
Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
2 Xulek
8959 Dîtin
gułêkim bû le dunyada şikofey baẍî ře’nayî
le daẍî perçemî şêwam lenêw bazařî řîswayî
wekû bulbul be řûḧ û dił şew û řoj bûme sewdayî
hemû ’umrî ’ezîzim çû le řêy xendêk bexořayî
becarê małî wêranim emîşim çû ewîşim çû!
emin wek perçemî canan, emin wek nergisî yarim
le layê xaw û sergerdan, le lay mest û bîmarim
biła bigrîm binałênim, ke wa têk çû ser û karim
diłim dana le řêy diłber: ne diłber bû ne diłdarim
be carê małî wêranim emîşim çû ewîşim çû!
gułêkim bû le baẍî dulberîda mahî ken’anî
diłêkim bû le řîzey ’aşiqan mecnûn be sûtanî
diłî birdim, firîwî dam be maçî lêwî mercanî
esîrî îltifatî ser zibanî bûm û nemzanî
be carê małî wêranim emîşim çû ewîşim çû!
be awî çaw û xwênî dił, be se’îy řûḧî şîrînim
ẍezałêkim le daw xist afetî dił ẍaretî dînim
heta çûm çawekanî maç bikem leḧzêkî bîbînim
le destim çû wekû dił, bû be mayey şîwen û şînim
becarê małî wêranim emîşim çû ewîşim çû!
wefayîNasnava edebî min şehênî qołî çawbazanî şahan bûm
esîrî destî gułdem, serubała, mahřûyan bûm
gehê bulbul, gehê tûtî, gehê murẍî ẍezelxiwan bûm
be ummêdî ’ezîzêk –dûr le çawim- pîrî ken’an bûm
becarê małî wêranim emîşim çû ewîşim çû!
xudawenda! xudawenda! peşîmanim peşîmanim
be karî axîret nayem ’eceb alûde damanim
be barî me’sîyet şermendem û çaw piř le giryanim
ne dînim bû ne dunya ger nekêşî xet be dîwanim
becarê małî wêranim emîşim çû ewîşim çû!