herçî le ser to geřa şad bû be dewłetî řût

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  1913 Dîtin
herçî le ser to geřa şad bû be dewłetî řût
zulfî şiksite boyê destî le damenit da
sed řoḧ eger fîda kem nagem be xetit û xałit
min na’umêd û meḧrûm hîndû le gułşentida
zulifit le pê kewt û xet hat be temay qetłî dił
axir be destixetî xot girtit be kuştinit da
ey newbeharî xûbî řuḧmê be ḧałî bulbul
newek sermay henasey le guł û yasemenit da
ey xet be zulfî dulber to bûye fîtneyî dił
dił bêẍem û xeyał bû hatî be girtinit da
wa têmege ’ezîzim kuştimit û na’umêd bûm
destim eger negeyyê xwênim le gerdenit da
be qisem bike wefayîNasnava edebî bimre hetakû mawî
wesłî beqa be ayat ewa le mirdinit da