baz letaw hîcranî yarim arezûy giryanme

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 2 Xulek  287 Dîtin
baz letaw hîcranî yarim arezûy giryanme
meylî waweyla û řořo û nałe û efẍanme
wêł û sergerdan û mebhût û ḧezîn û derbeder
hênde xembarim em êsta ’eynî quř pêwanme
dûr le yarim, bê kesim, bê mûns û seḧranewerd
her wekû mecnûnî leyla, şewqî ser kêwanme
wexte let let bê be carê dił letaw êşî qîraq
wexte lêko bin be carê herçî e’zay gyanme
gyan le perwazaye bo derçûn le ḧelqey sînema
yar le kwê bê bête lam wa wextî gyan kêşanme
ẍerẍerey ser sînem û sustîy ḧewasim şahîdin
mewsimî mirdinme emşew axrî qeyranme
ey řefîqan mebne serbarim be lome û mew’îze
lêm geřên bo xom řeḧet bim, wa ecel mîwanme
min ke zamdarî nîgahî nazî çawî dułberim
şerbetî lêwî nîgarim merhemî zamanme
cestekey xestey zelîlim wa ke gyanî tya nîye
cwane mergî tîrî ’eşqî şoxekey dewranme
hênd hîlak û derdinak û sîneçak û ’aczim
zeḧmete qurban xelas bim derdî bê dermanme
xwênî cerg û dił ke wa etkê le dîdey şayqNasnava edebît
bo ḧîsabatî qyamet şahîdî dîwanme