řû le kwê kem biçme kwê hawar le kê kem ẍeyrî to

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  560 Dîtin
řû le kwê kem biçme kwê? hawar le kê kem ẍeyrî to?
’erzuḧałî xom xwa pêşkeş be kê kem ẍeyrî to?
bar û serbarî gunam çewt û çewêłî kirdûm
îltîmasî ’efwî xom řebbî be kê kem ẍeyrî to?
beḧrî ẍufranit eşorê defterî namey syam
çaweřwanî řeḧmetim dawa le kê kem ẍeyrî to?
bende ’ebdêkî zelîlim, îḧtyacî ’efwî tom
xotî cêy hana û umêdim řû le kê kem ẍeyrî to?