hezaran şukirî ḧeq emřo çiray řûnakî bawanî
bo şêx ’usmanî şêx ’ela’edîn
Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
1 Xulek
428 Dîtin
hezaran şukirî ḧeq emřo çiray řûnakî bawanî
giłopî şu’le pexşanî birûskey ałî ’usmanî
le desgay mektebî dîn û terîqey baw û bapîra
be new’êk pê geyenrawît le ’alemda nimayanî
le layek meḧremî esrarî pîranî neqşibendî
le layek řehberî berzî terîqey ẍewsî geylanî
le meydanî cîhadî nefsî emmarey murîdanda
ewaney têgeyştû bin ezanin şêrî meydanî
be zîkirî «nefî û îsbat» û celal û řabîtey bê deng
le ta’îfha munewwer bûn be îmdadatî penhanî
letîfey nefis û řoḧ û sîř û îxfa û xefî yek yek
hemuyan pirtew efşanin be enwaratî řebbanî
ewaney şareza bûbin le esrarî terîqetda
ke toyan dî ezanin cênşînî şořeswaranî
dewamî ’umir û xoşî sîḧḧet û berzî meqamatit
be gyan û dił, bekuł şahoNasnava edebî tełebkare le yezdanî